Surprise Me!

Santrala Tavé ya Sümerpark - Şaredariya Bajaré Mezin Amed

2015-06-09 19 Dailymotion

Şaredariya Bajarê Mezin Amed bi vê vîzyona ku Amed xwediyê vê ekolojiye ye xebatên xwe bi rê ve dibe, di herêmê de barê nûbûna pêşengiyê girt ser xwe ku bê lîsans afirandina santrala enerjiya tavê bê afirandin.
Ji bo dora 3500m2 qadên sîvan 2000 heb fotovoltaîk panel û 17 heb interver hatiye bikaranîn, santrala enerjiya tavê kapasîteya wê 500kW e wê afirandina enerjiyê bike salê nêzîkî 800MW û wê ji % 85ê pêdiviya enerjiya Sumerparkê pêk bîne.
Sazûman wê girêdayî şebekê be, rojên bi tav de enerjiya zêde afirandiye wê bifiroşe şebekê, Rojên bê tav de bi qandî ku pêwist e wê ji şebekê bistîne û bixebite.
Naveroka projeyê, di dezgeha Tavê de, avahiya ku Santrala Tavê wê lê bê afirandin pisporên teknîk ku ji sazûmana fotovoltaik fêm dikin wê bên perwerdekirin.
Di heman demî de Dezgeha Tavê, wê bibe navenda test û nerîtan, wê ji aliyê akademîsyen û xwendekaran lêkolînên zanistî li ser sazûmanên enerjiyê bên kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nimûneya Mala Tavê mezin dike ku bibe Parka Tavê, di pêşerojê de armanc ev e ku Amed bibe bajarê tavê, di vî warî de nûbûna perisandina projeya enerjiyê, wê bibe enerjiya xwezayî û bibe alternatîf afirandina enerjiyê.
Ji bo agahi stendin ya projeya santrala tavé, serihildin Endazyara Kehre u Elektronik Fatoş Nujen Ayhan.